
Di Rêya Heqîqetê de Mexsûdê Ceqolî Mexsûdê Ceqolî (1910-1970) li gundê Torpaştê (Topardıç) yê Qangala Sêwasê ji dayik bû. Wî wekî hozanekî gelêrî gelek kilamên Kurdî (Kurmancî) û Tirkî got û çêkir. Di kilamên wî de şopên çîrokên Baba Mansur û Kureyşan hene; dengê eşqên wek Xanarzî û Qember û Asli û Kerem hene; siyên hurûfî û batînî jî hene. Her wiha di kilamên wî de navên cihên wek Çiyayê îlanlî û Nihalê Tîllizên jî derbas dibin. Ev hemû ji bîra Koçgiriyê ye ku ji Qangala, Zara û Îmranlî berfireh dibe. Mexsûdê Ceqolî bi tembûra û bi dengê xwe ya xurt rih daye kilam, lawik û şînên Koçgiriya. Ji kilamên navdar ên Koçgiriyê wek Zore, Dew û Dilbera Min, em dikarin guhdarîya gotina otantîk bikin. Her wiha kilamên wek Diley Diley û Keko Bira ku em berê ji hozanêkî ne bihîstine, bi vî awayî gihîştin me. Em dikarin bibînin ku Kurdîya ku Çekolî di eserên xwe de bikar anî, pir dewlemend e. Îro di Koçgiriyê de hin peyvên kevn ên Kurdî ku hema hema ji bîr bûne, di kilamên wî de têne dîtin. Ji ber vê yekê kilamên Çekolî ji bo me wekî emaneteke qîmetdar in. Ev albûm bi arşîvên Sevil Doğan, Seyfettin Çeki û İsmail Sönmez hate amadekirin. Tomarên arşîvê di navbera salên 1968-1970 de ji aliyê xizmên “Almancî” yên Mexsûdê Çekolî ve li gundê Torpaşt hatine kirin. Ev kilam berê li tu cihî nehatine weşandin. Nezanîna van kilaman heta îro ji bo me kêmasiyeke mezin bû. Em vê kêmasiyê wek erdekî xwe didîtin û niha bi kêfxweşî vê erka xwe pêk tînin. Bi vê albûmê re 20 kilamên mezin ên hozan, ku bi Kurdî û Tirkî gotiye, hatine ronahî. Ji bo vê em kêfxweş in. Bila silav ji hemû Can’ên ku di albûmê de xebat kirine. Bi aşqê… Hakikate Giden Yolda Maksut Çeki Maksut Çeki (Mexsûdê Çekolî) (1910-1970), Sivas’ın Kangal ilçesine bağlı Topardıç (Torpaştê) köyünde doğdu. Bir ozan olarak çok sayıda Kürtçe (Kurmancî) ve Türkçe eser verdi ve icra etti. Eserlerinde Baba Mansur ve Kureyşan efsanelerinin izi var; Xanarzî û Qember ve Aslı û Kerem gibi aşk hikayelerinin sesi var; hurufiliğin ve batıniliğin gölgesi var; Yılanlı Dağı ve Tîllizên Deresi’nin, coğrafi hafızanın adı var. Bunlar Kangal’dan Zara ve İmranlı’ya uzanan Koçgiri yöresinin hafızasından gelir. Maksut Çeki güçlü temburuyla ve sesiyle Koçgiri hafızasının kılam ve ağıtlarına, gülbang ve deyişlerine ruh vermiştir. Koçgirinin ünlü kılamlarından Zore, Dew ve Dilbera Min eserlerinin otantik söylenişini ondan duyabiliyoruz. Diley Diley, Keko Bira gibi bugüne kadar başka bir ozandan duymadığımız eserleri de onun sayesinde dinleyebiliyoruz. Çeki’nin bu eserlerde kullandığı Kürtçe ise oldukça zengin. Eserlerinde günümüzde Koçgiri yöresinde unutulmuş, “Eski Kürtçe”den izlerle karşılaşıyoruz. Bu nedenle Çeki’nin albümü bize göre kıymetli bir emanettir. Bu albüm Sevil Doğan, Seyfettin Çeki ve İsmail Sönmez’in arşivlerini bizlerle paylaşmaları sayesinde yapılabilmiştir. Arşivdeki kayıtlar ise Maksut Çeki’nin “Almancı” akrabaları tarafından, 1968-1970 yıllarında, Topardiç köyünde yapılmıştır. Eserler daha önce hiçbir yerde yayımlanmamıştır. Bu eserlerin bugüne kadar bilinmemesi büyük bir eksiklikti. Bu eksikliği gidermek bizim için bir borçtu. Bu borcu yerine getirmenin sevincini yaşıyoruz. Bu albümle birlikte büyük ozanın Kürtçe ve Türkçe söylediği 20 kilam gün yüzüne çıkarıldı. Bunun için mutluyuz. Albümde emeği olan bütün Can’lara selam olsun. Aşkla… Sezer Aslan